Tirkiye: Me S400 kirîn e, ne ku di qutiyan de veşêrîn!
K24 – Navenda Nûçeyan
Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mewlût Çavuşoglu bersiva Amerîkayê dide: Wan soza bikarneanîn a S400a nedan e ti welatî.
Çavuşoglu li Parlementoya Tirkiyê ji medya Tirkiye re eşkere kir: Wan S400an kirîn e, ne ji bo di qutiyekê de veşêrin û herwiha wan soza bikarneanîn a S400an nedane ti welatî. Ew ne welatek wisa ne, ko liser daxwaza welatên din biryar bigûherîn in.
Berî niha bi pênc rojan berpirsek pilebilind ê Amerîkayê ji Reutersê re gotibû, Tirkiye dizane, ko divê S400an bikarneyîne û xwe jê xilas bike. Eger na bijardeya cezakirina Tirkiyê li ser masê ye.
Duhî Tirkiye mûşekên S400 bo yekem car ezmûn kiribû, îro jî ezmûnkirin berdewam dike.
C.B