Civata Ewlekarî ya Tirkiye: Operasyona Kaniya Aştiyê berdewam e

Civata Ewlekariya Netewî ya Tirkiyê tekezî liser berdewamiya Operasyona Kaniya Aştiyê dike

K24 – Navenda Nûçeyan

Civata Ewlekariya Netewî ya Tirkiyê tekezî liser berdewamiya Operasyona Kaniya Aştiyê dike.

Civata Ewlekariya Netewî ya Tirkiyê bi serokatiya Serokomar Receb Tayîb Erdogan civiya. Piştî civîna pênc demjimêrî encamên civînê bi daxuyaniyeke nivîskî hatin ragihandin. Civata Ewlekariya Netewî ya Tirkiyê ragihand, Operasyona Kaniya Aştiyê ya li Bakurê Sûriyê heya digihe armanca xwe dê berdewam bike. Herwiha hat ragihandin têkoşîna Tirkiyê ya dijî DAIŞ'ê dê bibiryar berdewam bike.

Her îro, di daxûyaniyekê de Wezareta Bergirî ya Tirkiye ragihandibû, ku Operasyona Kaniya Aştiyê qediya ye. Lê, biryara Civata Ewlekariyê berovajî vê ragihandinê, biryar da.

 

 

 

C.B