Çekdaran 6 welatiyên Efrînê revandin

Li Efrînê grûpên çekdar ên ser bi artêşa Tirkiyê ve 6 welatî revandin û 135 darên zeytûnê qut kirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li Efrînê grûpên çekdar ên ser bi artêşa Tirkiyê ve 6 welatî revandin û 135 darên zeytûnê qut kirin.

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê di raportekê de belav kir, grûpa El – Hemzat du welatiyên Efrînê Mistefa Îbiş Eswed û Ehmed Nûrî Ebdo li rêbenda gundê Tirindê ji roja 23ê vê mehê ve revandine û ta niha çarenivîsa wan ne diyar e.

Li gundê Erendê yê navçeya Şiyê, grûpa Emşat jinek û 3 mêran bi navê Emîne Yûsif, Ehmed Hec Heyder, Ezîz Hec Heyder û Bekir Mustefa ji roja 18ê vê mehê ve revandine û dîsa çarenivîsa wan ne diyar e.

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê di beşeke din a raporta xwe de ragihand, grûpa El Hemzat û Ceyş El Şerqiye 70 darên zeytûnê li gundê Kîmarê û 65 darên zeytûnê li gundê Axcelê ji kokê ve qur kirine.

 

S. B