Koçberên Girê Sipî bang li rêxistinên mirovî dikin
K24 – Navenda Nûçeyan
Koçberên Girê Sipî di rewşeka dijwar de dijîn, û tevî ku ji bo wan kampek li bajarokê Til Semin li bakurê Reqayê hatiye vekirin, lê gazindan ji nebûna rola saziyên merovî tê kirin, bi taybet ku werzê Zivistanê li pêş wan e. Koçberek ji K24ê re dibêje, Zivistan tê û pêwîstiya wan bi kelûpelan û demanan heye.