Parêzer: Li Serê Kaniyê û Girê Sipî tawanên cengê rû didin

Derbarê bipêkirinên girûpên çekdar yên ser bi Tirkiyê ve, bi serê xelkên Serê Kaniyê û Girê Sipî tînin, rêxistina Human Rights Watch reportek belav kir û tê de daxwaz ji Tirikyê kir, li ser van binpêkirinan raweste û kesên berpirs dadgeh bike.
kurdistan24.net

K24 – Qamişlo

Derbarê bipêkirinên girûpên çekdar yên ser bi Tirkiyê ve, bi serê xelkên Serê Kaniyê û Girê Sipî tînin, rêxistina Human Rights Watch reportek belav kir û tê de daxwaz ji Tirikyê kir, li ser van binpêkirinan raweste û kesên berpirs dadgeh bike.

Di raportekê de ku di 27ê vê Mijdarê de hate belav kirin, rêxistina Human Rights Watch dike, girûpên çekdar yên girêdayî oposizyona Sûriyê nahêlin malbatên Kurd vegerin malên xwe yên di deverên di bin kontrola wan de ne, herwiha kesên ku vedigerin jî rastî binçavkirin û eşkencedanê tên. Komeleya Mafê Mirovan li Cizîrê dide zanîn, wan ta niha 10 kêseyên binpêkirinê li Serê Kaniyê û Girê Sipî belge kirine. 

Hevseroka Komeleya Mafê Mirovan li Cizîrê Evîn Cuma ji K24ê re got: “Bi sed hezaran xelk ji herêmê derketine, hin ji wan hewl dan vegerin ser mal û milkên xwe, lê hin ji wan di rê de hatin kuştin û hin di malên xwe de hatin kuştin û gelek gilî û doz ji me re hatin, 10 kesên derbasî hundir bûbûn û derketin zanyarî dan me, çekdaran bi aşkere ji wan re gotine, cihê we li vir nemaye û ketina malên wan, dizî û talanî kirine û hin mal şewitandine”

Hin parêzerên Rojavayê Kurdistanê dibêjin, TIrikyê dewleteke dagirker e, lê ew bi erkên xwe derbarê dagîrkiriya Serê Kaniyê û Girê Sipî de pêk nayine. Herwiha didin zanîn, li gorî yasayên navdewletî ew binpêkirinên girûpên çekdar yên digihin asta tawanên cengê.

Parêzer Ridwan Seydo ji K24ê re dibêje: “Diwazin guhartineke demografî çê bikin, gotinên Tirkiyê yên avakirina herêmeke ewle ne rast e, ew dixwaze demografiyê navçê biguhêre û nahêlin welatiyên Kurd vegerin mal û bajarên xwe, ev jî tawanên li dijî mirovahiyê û tawanên cengê ne û dewleta Tirkiyê de jî di ber de berpirsyar e, li gor yasayên navdewletî û rêkeftina Lahay Tirkiye wek dewleteke dagîrker e û divê di hemû waran de bi erkên xwe rabe”.

Ji destpêka derbasbûna Artêşa Tirikyê û girûpên çekdar yên girêdayî oposizyona Sûriyê bo bajarê Serê Kaniyê û Girê Sipî û ta roja îro binpêkirin û talanî di derheqê xelkê de berdewam e. Human Rights Watch di raporta xwe de got jî, ew binpêkirinên hatine belge kirin, tekez dike ku "devera mîkanîzma ewle " li bakurê Sûriyê dê ne aram be.