Fransa, Balyozê Tirkiye bangî Wezareta Derve kir

Fransa dijî daxûyaniyên Erdogan, Balyozê Tirkiyê bangî Wezareta Derve kir û got, ew gotin ne daxuyanî ne, sivikatîkirin bi Serokê Fransayê ne

K24 – Navenda Nûçeyan

Fransa dijî daxûyaniyên Erdogan, Balyozê Tirkiyê bangî Wezareta Derve kir û got, ew gotin ne daxuyanî ne, sivikatîkirin bi Serokê Fransayê ne.  

Berpirsek ji Serokatiya Fransayê ji Ajansa Reuters re ragihand, Wezareta Derve ya Fransayê, derbarê axaftinên Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan yên derbarê daxûyaniyeke Serokê Fransayê Emmanuel Macron de, Balyozê Tirkiyê li welatê xwe vexwendî kiriye û jê re ragihandiye, ku ew daxûyaniya Erdogan sivikatîkirin bi Macron e û daxwaz a zelalkirinekê ji Erdogan kiriye.

Beriya niha Macron, jiber bêdengiya NATOyê li hember êrîşa Tirkiyê ser rojavayê Kurdistanê NATO liber mirinê binav kiribû, û  Erdogan bersiva Macron da bû û amaje kiribû, ku Macron liber mirinê ye, ne NATO.

 

 

C.B