Gûrpên çekdaran 150 darên zeytûnan li Efrînê dibirin

Grûpên çekdar bi piştevaniya hêzên Tirkiyê, bi armanca koçberkirina welatiyên Efrînê, zulm û zordariyê li wan dikin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Grûpên çekdar bi piştevaniya hêzên Tirkiyê, bi armanca koçberkirina welatiyên Efrînê, zulm û zordariyê li wan dikin.

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê belav kir, grûpa çekdar Cebhe El Şamiyê li gundê Kefir Mizê yê Efrînê 150 darên zeytûnan a welatiya bi navê Hemîde Reşîd Hemdûş birîn.

Ragihand jî, grûpa Sultan Silêman (Emşat) tevî ku meha bûrî 300 ta hezar Dolarî li her maleke gundê Qermîlq ferz kiribû, niha careke din baca 40 hezar Dolarî li wê gundî sepandiye.

Rêxistina Mafên Mirova li Efrînê diyar dike, hêzên Tirkiyê û grûpên çekdaran, bi armanca welatiyên Efrînê bi neçarî koçber bibin û plana guhartina demografî bich bînin, zulm û zordariyê li Efrîniyan dikin.

Ji dema dagîrkirina Efrînê di 18ê Adara 2018an de, artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ve, ji bilî ku destê xwe danîne ser dehezaran darên zeytûnan, bi hezaran darên xelkê jî birîne û şewitandine.

 

S. B