Îsmaîl: Herêma Kurdistanê piştevaniya gel û doza Kurdî li Kurdistana Sûriyê dike

Endamê şanda Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) naveroka civîna bi Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re aşker kir.
kurdistan24.net

K24 – Navenda Nûçeyan

Endamê şanda Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) Mihemed Îsmaîl hûrgiliyên civîna bi Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re aşker kir.

Serokê Herêma Kurdistanê îro bi şandeke ENKSê bi serokatiya Serokê ENKSê Siûd Mela re civiyabû. Di vê derbarê de, Endamê Desteya Serokatiya ENKSê Mihemed Îsmaîl ji K24ê re ragihand, di hevdîtina wan bi Serokê Herêma Kurdistanê re, bi awayekî sereke li ser rewşa tengav a ku niha gelê Kurdistana Sûriyê tê re derbas dibe û zehmetiyên abûrî û ewlehiyê yên rûbirûyî wê dibin, hatin guftûgokirin.

Da zanîn, şanda ENKSê helwesta xwe ji Îtîlafa Opozîsyona Sûriyê, helwestên ENKSê derbarê welatên herêmê, pêwendiyên ENKSê bi aliyên navdewletî re, bi taybet ku di demeke nêzîk de şandeke ENKSê bi Wezareta Derve ya Rûsyayê re dicive, ji Serokê Herêma Kurdistanê re ragihandin.

Li ser rola Herêma Kurdistanê, Îsmaîl got: Pêgeh û rola Herêma Kurdistanê di warê siyasî, dîplomasî û civakî de ji gel û aliyên siyasî yên Kurdistana Sûriyê re gelekî girîng e, ku piştevanê sereke û tekane ji me re ye û bi giraniya xwe ya siyasî û dîplomasî piştevaniyê ji me re dike. Herêma Kurdistanê ne piştevaniya aliyekî siyasî tenê dike, belkû piştevaniya gel, pirs û doza Kurdî dike.

Derbarê yekrêziya navmala Kurdî de, Endamê Desteya Serokatiya ENKSê da zanîn, ew ligel Fermandarê Giştî yê HSDê Mezlûm civiyane û ji bo yekrêziya Kurdî pêwîst e zemînek bê dirustkirin û bawerî peyda bibe, piştre danûstandinên giştî yên di warên siyasî, îdarî û serbazî bê kirin, ev pirs jî li ser aliyê din dimîne ka heta kû derê dikare bersiva vê pirsê bide.

Herwiha got: Heta niha banga yekrêziyê wek bang maye, lê li ser erdê ti gav nehatine avêtin. Bawerî di navbera me de nîne, ji ber ku me sê rêkeftin bi aliyê din re kirine, lê wan (Rêveberiya Xweser/ PYD) ew rêkeftin binpê kirin. Ew her dikevin tengaviyê, banga Kurdatiyê dikin û dema tengavî derbas dibe, ji pirsê dûr dikevin.

Li ser metirsiya guhartina demografiya Rojavayê Kurdistanê, Îsmaîl diyar jî kir, ENKS plana guhartina demokratîk metrisîdar dibîne. Herwiha Serokê Herêma Kurdistanê jî nîgeraniya xwe di wê derbarê de nîşan da. Îsmaîl amaje bi wê da, hemû binpêkirinên ji aliyê grûpên çekdar ve tên kirin, ji aliyê wan ve têne belgekirin û ew li ser hemû astên siyasî, dîplomasî û yasayî kar dikin, ta ku ew binpêkirin neçe serî.

 

S. B