3 kes bi tometa endamtiya DAIŞ li Dêrazorê hatin girtin

K24 – Navenda Nûçeyan
Bi piştevaniya Hêzên Hevpeymanan, HSD 3 kes bi tometa endametiya DAIŞê li Dêrazorê girtin.
Rewangeha Sûriyê ya Mafên Mirovan ragihand, Hêzên Sûriya Demokrat HSD bi piştevaniya firokeyên Hevpeymanan li gundê Êbhe li rojhilatê Dêrazorê, girt e ser malekê. Di wê Operasyonê de, 3 kes ji malbatekê, ku guman liser wan heye, berî niha dinav rêxistina DAIŞê de bûn, girtin.
Rewangehê eşkere jî kir, ji berê vê sibehê jî, şer di navbeyna HSD û grûbên çekdar de, li rêbenda bajarokê Şhêl li gundewarê Dêrazorê derketiye. Lê heya niha, ziyanên wî şerî nehatine naskirin.
C.B