Tirkiye: Ji Idlibê 80 hezar kesan berê xwe dan e sînorê me

Tirkiye dibêje, ji ber êrişên rejîma Sûriyê, di heyama pênc rojan de 80 hezar kes li Îdlibê koçber bûn e û berê xwe dan e sînorê Tirkiyê

K24 – Navenda Nûçeyan

Tirkiye dibêje, ji ber êrişên rejîma Sûriyê, di heyama pênc rojan de 80 hezar kes li Îdlibê koçber bûn e û berê xwe dan e sînorê Tirkiyê.

Li gor nûçeyên ajansên Tirkiyê, ji ber êrişên rejîmê, mîlîşyayên ser bi Îranê û bombebaranên Rûsyayê, bi dehezaran kesan, malên xwe bicîh hîştin e.

Tê ragehandin, êrişên taybet li başûrê Îdlibê, dibe sedemê koçberiyê û di heyama pênc rojan de 80 hezar kesan berê xwe dane sînorê Tirkiyê.

Berpirsê Hemahengiya Deverên Kêmkirina Şer jî dibêje, di heyama 50 rojan de, herî kêm 180 hezar kes li Îdlibê aware bûn e.

 

 

C.B