Rûhanî daxwaza pereyên Îranê di benqeyên Japonya de dike

Serokomarê Îranê Hesen Rûhanî di dema seredana xwe ya Japonyayê de, daxwaza serbestkirina pereyên Îranê di benqeyên Japonya de kir

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokomarê Îranê Hesen Rûhanî di dema seredana xwe ya Japonyayê de, daxwaza serbestkirina pereyên Îranê di benqeyên Japonya de kir.

Ligor ajansa fermî ya Îranê IRNA, Rûhanî berî vegera xwe ya ji Tokyo nirxandinên hevdîtinên xwe ligel berpirsên Japonê di warên siyasî, aborî û kulturî de kir.

Rûhanaî daxwaza pêwendiyên baştir ligel Japonê kir. Herweha anî ziman kur: “Hêvîdar im pereyên me di benqeyên japonya de yên asê mayî, bên serbestkirin û bikevin destê me. Ew pere, beriya dorpêçên Amerika di benqeyên Japonya de bûn, serbestkirina wan pereyan mafek me yê rewa ye”.

Di vî warî de, ji alî Japonya vet u daxuyanî nehatine dan.

 

 

 

C.B