Berhemên 500 hunermendan di pêşangehekê de hat nîşandan

Li Stenbolê di pêşangehekê de zêdetirî hezar berhemên 500 hunermendan hatin nîşandan.
kurdistan24.net

K24 – Stenbol

Li Stenbolê di pêşangehekê de zêdetirî hezar berhemên 500 hunermendan hatin nîşandan. Di vê pêşangeha mezin de li ser çandên cûda yên dinyayê gelek tablo û peyker hat pêşberî hezkiriyên hunerê. Hunermendên vê pêşangehê jî diyar dikin yek ji armanca wan ewe, bi rêya hunerê mirovan hinekê ji zehmetiyên jiyanê dûr bixin.

Berhemên hunerî yên ku ji çand û dîrokê heta siyaset û jiyana rojanê gelek peyaman dide ji aliyekê ve bi xeml û renginiya xwe bala mirovan dikşîne ser xwe ji aliye dî ve fikr û afrîneriya mirovan geş dike.Li Stenbolê bi rêya vê pêşangeha binavê ''Stanbul art show''ê zêdetirî hezar berhemên 500 hunermendan hat pêşberî hezkiriyên hunerê. Yek ji hunermendê navdar yê tirk Mercan Dede diyar dike jiyana rasteqin mirovan gelekî diwestine û ew jî dixwaze bi rêya berhemên xwe mirovan hinekê ji zehmetiyên jiyanê dûr bixe û wan bibe nav rengînî û dilfirehiya hunerê.

Hunermend Mercan Dede ji K24ê re got: ''Rastiya tiştan di vî wextê em tê de dijîn ji aliyê polîtîk û civakî ve gelekî hatiye guhertin, helbet vê tiştê bandor li ser hunerê jî kiriye.Dema ku min ev berhem çêkirin daxwaza min ew bû ku dema mirov li van berheman binêrin hinekê ji dinyaya rasteqîn dûr bikevin.Jiyan me hemûyan gelekî diwestîne,ez jî dixwazim mirovan hinekê ji zehmetiyên jiyanê dûrbixim û wan bibim nav dinyaya rengîn ya hunerê."

Di vê pêşangeha ku ji çanda Ewropîyan bigirin heta çanda Hîndûyan peyker û tablo hatin nişandayîn de welatiyan eleqeyek mezin nişan dan. Hunermendan jî ji ber vê eleqeya welatiyan kêfxweşiyên xwe anîn ziman.

Hunermend Nur Aykut dibêje: ''Hemû berhemên min li ser hespên kovî ne. Hesp sembola azadî û mêrxasîyê ye û Jiyana wan ya li xwezayê bi xwe felesefeyek gelek mezin e.min herdem ji hespan gelek hezdikir ji ber wê ez nikarim dest ji wan berdim.Welatî jî eleqeyeke gelek mezin nişan dide ev jî min gelek kêfxweş dike.''

Ev pêşangeha ku wek yek ji mezintirîn pêşangeha hunerî ya Stenbolê tê zanîn ji aliyekê bi rêya rengînî û ciyawaziya xwe mirovan bi xwe ve gire dide û dilê wan mest dike ji aliye dî vê li ser xweza,dîrok û çand peyamên berçav û veşartî yên hunermendan digihîne hunerhezan.