Opozisyona Sûriye perçe dibe?

Serokê Desteya Danûstandinan ê Opozisyona Sûriyê Nesir Herîrî li Stenbolê bi rêya daxuyaniyekê bertek nîşanî civîna opozîsyona Suriyê ya li Rîyadê kir

K24 – Stenbol

Serokê Desteya Danûstandinan ê Opozisyona Sûriyê Nesir Herîrî li Stenbolê bi rêya daxuyaniyekê bertek nîşanî civîna opozîsyona Suriyê ya li Rîyadê kir.

Herîrî ragihand, Erebîstana Siûdî hewl dide aliyek din ê sîyasî dinav opozîsyonê Suriyê de çêbike. Di daxuyaniyê de herwiha hat ragihandin, ew encamê,n ku ji vê civînê derbikevin qebûl nakin.

Ev çend roj in li Riyadê civînek bi taybet bi kesayetiyên serbixwe yên Opozisyonê re tê kirin. Ev yek ligel Itilafa Niştimanî dilgiranî peyda kiriye, ku Erebistana Siûdî dixwaze bandora Tirkiye liser Opozisyonê bişkîn e.

Herçend Serokê Desteya Danûstandinan ê Opozisyona Sûriyê Nesir Herîrî diyar kir, ku ew encamên civîna Riyadê nasnakin, lê tê çaverêkirin, bandora Civîna Riyadê liser Opozisyonê hebe.

 

 

C.B