Li Enqerê di 8emîn salvegera xwe de Komkujiya Roboskî hate bi bîr anîn

Di 28ê berfenbara 2011an de di encama bomberankirina firokeyên şer yên Artêşa Tirkiyeyê li Roboskiya Qilebana ser Şirnêxê 34 kesan canê xwe ji dest da. Ligel ku 8 sal ser vê komkujiyê re derbas bûne hêj ev berpirsên vê bûyerê nehatine darizandin û bûyer nehatiye ronî kirin. Di 8emîn salvegera komkujiya Roboskî de panelek hat eli darxistin û daxwaza darizandina berpirsan hate kirin.

K24- Enqere

Di 28ê berfenbara 2011an de di encama bomberankirina firokeyên şer yên Artêşa Tirkiyeyê li Roboskiya Qilebana ser Şirnêxê 34 kesan canê xwe ji dest da. Ligel ku 8 sal ser vê komkujiyê re derbas bûne hêj ev berpirsên vê bûyerê nehatine darizandin û bûyer nehatiye ronî kirin. Di 8emîn salvegera komkujiya Roboskî de panelek hat eli darxistin û daxwaza darizandina berpirsan hate kirin.

8 sal ser re derbas bûn ku 19 jê zarok 34 kes li Roboskiya Qilebana ser Şirnêxa bakûrê Kurdistanê di encama bomberankirina firokeyên şer yên Artêşa Tirkiyeyê canê xwe ji dest dan.Komkujiya Roboskiyê di 8emîn salvegera xwe de li gelek bajarên bakûrê Kurdistanê û Tirkiyeyê bi rêya daxuyanî, panel û belgefîlman hate bi bîr anîn. Li Enqereya paytexta Tirkiyeyê jî bi boneya vê rojê panelek hate li dar xistin.Hevşaredarê Qersa bakûrê Kurdistanê yê HDPê Ayhan Bîlgen jî amaje dike dê ev komkujiya Roboskî wek kuştinên kujerên wan ne diyare derbasî dîroka sîyasî a Tirkiyeyê be.

Ayhan Bîlgen, hevşaredarê Qersê yê HDPê, got: "8 sal in ger berpirsekî vê bûyera ku 34 kesan tê de canê xwe ji dest daye nehatibe dîtin û nehatibe darizandin ev nişaneye ku li Tirkiyeyê venêrîna parlamenter û vênerîna darazê jî bi kêrî tiştekî naye. Li Tirkiye hemû kes dizane ku edalet tune ye lê Roboskî yekem bûyereke wisa ye. Berê bûyerên ku kujerên wan ne diyar dihate nîqaş kirin. Lê wisa dixuye ku Roboskî wek bûyereke ku kujere 34 kesan nediyare dê derbasî dîroka siyasî a Tirkiyeyê be."

Di panela ku bi beşdariya parlamenterên HDPê, saziyên civakî û hin rayêdarên Komeleya Mafên Mirovan hat eli dar xistin de parlamentere HDPê yê Kocaeliyê Omer Faruk Gergerlîoglu got; Komkujiya Roboskiyê bi qezayekê ve hatiye girêdan û div ê bûyerê de erka darazê bi tu awayî nexebitiye.

Omer Faruk Gergerlîoglu, parlamenterê HDPê yê Kocaeliyê, dibêje: "Di warê edlî de jî mixabin daraz nehate kirin, ji destûra Bingehîn û Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê tu encam derneket û bûyer bi qezayekê ve hate girêdan piştre jî xilas. Helbet ev ne tiştekî ku werê qebûl kirin e. Ji ber ku ev 8 sal in ev bêsizatî berdewam dike jî ji aliyê Komara Tirkiye ve heman zilm li gel tê kirin."

Herwiha di Tirmeha 2014an de bi hejmareke rekor 1108 parêzeran bo doza Roboskî serlêdan li Destûra Bingehîn a Tirkiyeyê dan lê bi sedema ku wekaletnameya 53ê parêzeran kêm bû ev serlêdan hate red kirin. Piştî vê yekê AÎHMê jî, bi sedama ku

parêzeran belgeyen pêwîst dereng amade kirine di 17 Gulana 2018an dosyaya Roboskiyê red kir.