Li Qamişlo amadekariyên sersalê lawaz in

Ji ber rewşa Rojavayê Kurdistanê tê re derbas dibe, amedekariyên sersalê bi awayekî lawaz birêve diçin.

K24 – Qamişlo

Xelkên bajarê Qamişlo amadekariyên xwe ji bo sersalê dikin. Welatiyên bajêr dibêjin armanca wan ji kirîna xemlê û keresteyên taybet ên bi sersalê ew e dilê zarokên xwe xweş bikin.

Ji ber rewşa Rojavayê Kurdistanê tê re derbas dibe amedekariyên pêşwaziya sersalê bi awayekî lawaz li bajarê Qamişlo birêve diçin. Welatiyên bajarê Qamislo dibêjin, wan gelek êş di salên dawî de dîtine û di riya van helkeftan re ewê êşa xwe ji bîr bikin û kêfxweşiyekê bixin dilê zarokên xwe de.

Tevî ku piraniya keresteyên taybet bi vê boneyê li bazaran peyda dibin, lê firoşkarên xemlên sersalê didin zanîn, herhata xelkê li ser kirîna xemlê kêm e, ji ber ku nirxê wan giran in herwiha ji ber bûyerên ku li Serê Kaniyê û Girê Sipî rû didin.

Bi hatina sersalê re, asayîşa rojava çûnûhatina otombîlên mezin û motoran di hindurê bajaran de û berdana guleyan qedexe kiribû, herwiha rêbendên ewlehiyê di bajaran de zêde kirin, lê tevî wê jî metirsî ji teqînan li cem xelkê peyda dibe.