Bloomberg: Rûsya ji her demê zêdetir bihêz e!

Bloomberg diyarkir, ku di dema 20 sal a desthilata Vladimir Putin de, Rûsya dema xwe ya zêrîn dijî û ji her demê bihêztir e

K24 – Navenda Nûçeyan

Malpera taybet bi nûçeyên aborî ya Amerîkî Bloomberg diyarkir, ku di dema 20 sal a desthilata Vladimir Putin de, Rûsya dema xwe ya zêrîn dijî û ji her demê bihêztir e.

Bloomberg dinivîse, ku Rûsya ligel Çîn xwedî pêwendiyên bihêz e, kariye Krimya bi xwe ve girê bide, balansa Sûriye biguherîne, çek bifroşe Tirkiye. yak u endamê NATO ye.

Herweha liser bandora Rûsya li Rojhilata Navîn tê rawestandin. Ku niha Rûsya hêza sereke li deverê ye. Bandora xwe li Efrîqa jî zêde dike.

Bloomberg herweha di nûçe-analiz a xwe de qala gelek serkeftinên aborî û projeyên mezin ên stratejîk ên Rûsyayê li Rojhilata Navîn bibîr tîn e.

 

 

C.B