Tirkiye: Em liser rewşa Libya nikarin bêdeng bimîn in
K24 – Navenda Nûçeyan
Wezîrê Berevanî yê Tirkiyê Hulusî Akar radighîne: Ew ji bo Lîbyayê di amadebaşiyê de ne.
Akar di derbarê projeyasaya şandina hêzên leşkerî yên Tirkiyê bo Lîbyayê de dibêje, ew nikarin ji sitem û êrîşên ko li xelkê Lîbyayê tê kirin re bêdeng bimîn in. Ew ji bo her erkî di amadebaşiyê de ne û çi erk bikeve ser milê wan ew dê heta dawiyê bicih bikin.
Parlementoya Tirkiyê dê sibe liser rêkirina leşkerên Tirkiye bo Lîbyayê dengdan bike.
Herweha Hikûmeta Tirkiye dubare radighîne: Dê piştgiriya wan a bo Hikûmeta Wifaq a Lîbyayê berdewam be.
Di derbarê mijarê de Berdevkê Wezareta Derve yê Tirkiyê Hamî Aksoy daxuyaniyek belav kir û rexne li Komkara Erebî girt. Aksoy diyar dike, ko Komkara Erebî beramberî êrîşên liser Trablusê bêdeng ma ye û xwedî helwestek rijd nebûye. Tirkiye alîgirê çareseriya siyasî ye û divê li Lîbyayê agirbest were ragihandin.
Ew dê wekî berê li ser piştgirîkirin û bihêzkirina Hikûmeta Wifaq a Lîbyayê berdewam bin.
C.B