Parlementoya Tirkiye rêkirina serbazan bo Libya pesend kir

Parlementoya Tirkiye rêkirina serbazan bo Libya pesend kir. 325 parlementeran dengê – erê dan

K24 – Navenda Nûçeyan

Parlementoya Tirkiye rêkirina serbazan bo Libya pesend kir. 325 parlementeran dengê – erê dan. 184 parlementeran jî, dengê – Na! dan.

Parlementoya Tirkiye liser pêşniyara biryarê ya şandina serbazan bo Libyayê ya Serokomarê Tirkiye, liser bangewaza Serokê Parlementoyê Mustefa Şentop civiya.

Liser pêşniyarbiryarê nûnerên partiyên siyasî yên Tirkiye li Parlementoya Tirkiye axaftin kirin û piştî wê dengdan liser pêşniyarê hate kirin.

509 Parlementeran deng da û bi 325 dengên Erê pêşniyar hate pejirandin.

Ligor biryara Parlementoya Tirkiye, Hukimeta Tirkiye dikare serbazan bişîne Libyayê. Dem a erka serbazan 1 sal e. Hejmara serbazan û li çi deveran dê serbaz bên bicîh kirin, biryar di destê Serokomarê Tirkiye de ye.

 

 

C.B