Maçin: AKP-MHP konsepta şer dan e pêşya xwe

Parlementerê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Rihayê Nusrettin Maçin ji K24 re diyarkir, ku Partiya desthilatdar AK Partî ligel hevpeymanê xwe MHP konsepta şer dan e pêşya xwe

 

K24 – Navenda Nûçeyan

Parlementerê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Rihayê Nusrettin Maçin ji K24 re diyarkir, ku Partiya desthilatdar AK Partî ligel hevpeymanê xwe MHP konsepta şer dan e pêşya xwe û biryara şandina serbazan bo Libyayê ji Parlementoya Tirkiye derxistin, lê HDP dengê – Nexêr da!

Her berê jî, Parlementoya Tirkiye biryara şandina serbazan bo Iraqê û başûrê Kurdistanê û Sûriye û rojavayê Kurdistanê da ye.

Tirkiye bi rêya serbazî dixwaze bi taybet li perçeyên din ên Kurdistanê, lê herweha li herêma Rojhilata Navîn, xwe di bazarê de bîne pêş. Dixwaze bi rêya hêzê hebûna xwe li van deveran diyar bike.