Trump: Îran di danûstandinan de wenda nekiriye
K24 – Navenda Nûçeyan
Serokê Amerikayê Donald Trump bi du hevokan bersiva soz a tolhildanan ên Komara Islamî da. Donald Trump nivîsî: Îran di tu şerî de sernekeftî ye, lê di tu danûstandinan de jî, wenda nekiriye.
Piştî kuştina Qasim Silêmanî, Serokê Amerikayê yekem twit a xwe nivîsî û ligor pisporan, Îran bangî danûstandinan kir.
Vê sibehê, Wezareta Bergirî ya Amerikayê (Pentagon) bi daxuyaniyekê ragihandibû, ku Fermandarê Hêza Qudis a Îranê Qasim Silêmanî, ligel Cîgirê Serokê Heşdî Şabî Ebu Mehdî el-Muhendis û çendîn berpirsên din ên Îranî liser rêya firokxaneya navdewletî ya Bexdayê hatiye kuştin.
C.B