Tirkiye: Ji aloziya di navbeyna Amerika-Îranê de, dilgiran in!
K24 – Navenda Nûçeyan
Wezareta derve ya Tirkiye bi daxuyaniyek kurt, helwêsta welatê xwe derbarê kuştina Fermandarê Hêza Qudis a girêdayî Pasdarên Komara Islamî ya Îranê Qasim Silêmanî ragihand.
Di daxuyaniya xwe de Wezareta derve ya Tirkiye destnîşan dike:
“Bi dilgiranî em rewşa aloz a di navbeyna Amerika ê Îranê de li herêmê dişopîn in. Operasyona Amerika metirsiya aloziyan û tevlîheviyan li herêmê zêdetir dike. Em carek din dubare dikin, Iraq nebe herêma şer û aloziyê û aştî û ewleyî nekeve bin gefê de”.
C.B