Îran: Amerika şaştiyek mezin kir û ji encamên wê berpirs e
K24 – Navenda Nûçeyan
Civata Asayişa Neteweyî ya Îranê gefê li Amerîka dixwe û dibêje, Amerîka di ber hemû karvedanên, kuştina Fermandarê Feyleqa Qudis berpirsiyar e.
Civata Asayişa Neteweyî ya Îranê, piştî civînek bilez û neasayî daxuyaniyek belav kir. Civata Asayişa Neteweyî ya Îranê dibêje, Amerîka bi kuştina Qasim Silêmanî mezintirîn şaştiya steratejî li rojavayê Asya kiriye û Amerîka, ji hemû karvedanan berpirs e.
Di daxuyaniya Civata Asayişa Neteweyî ya Îranê de hatiye, wan biryara xwe ya pêwîst da ye û divê Amerîka berpirsiyariya hemû karvedanên vê tawanê bide.
C.B