5 welat liser Krîza Libya dicivin

Hate ragihandin, ku Wezîrên derve yên 4 welatên Ewrûpayê – Yunanistan, Qibris, Italya û Fransa liser vexwendina Wezîrê derve yê Misrê, dê li Qahîre bicivin...

K24 – Navenda Nûçeyan

Hate ragihandin, ku Wezîrên derve yên 4 welatên Ewrûpayê – Yunanistan, Qibris, Italya û Fransa liser vexwendina Wezîrê derve yê Misrê, dê li Qahîre bicivin û Krîza Libyayê gengeşe bikin.

Ligor daxuyaniya Wezareta derve ya Misrê: “Krîza Libya bi her awayî dê were gengeşe kirin. Ji bo rêyên çareseriyê, her pênc welat dê xebatê bikin û herweha rewşa rojhilatê Derya ya Naverast jî, dê bigrin dest”.

Libya, ku xwedî petrolek dewlemend e, ev çendîn sal in dinav krîzek desthilatî de ye. Li Trablusê bi serokatiya Fayiz el Sarac Hukimeta Hevpeymaniya Nateweyî heye, ku daxwaz a piştgiriya serbazî ji Tirkiye kiriye. Heman demê zêdeyê xaka Libyayê ji alî general Halife Xeftar tê birêve birin û piştgiriya gelek welatên Erebî û Ewrûpayê wergirtiye.

 

 

C.B