Tirkiye 35 serbaz şandine Libyayê
K24 – Navenda Nûçeyan
Hikûmeta Tirkiye 35 serbazên xwe şandine Lîbyayê.
Duh Civata Rêveberiya AK-Partiyê bi serpereştiyariya Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan de kom bû bû û li gor nûçeyên medya Tirkiyê Erdogan di wê kombûnê de eşkere kiriye, ko 35 serbazên Tirkiye çûn e Lîbyayê. Leşkerên wan şer nakin û dê tenê erkê rêkxistinê bigrin ser xwe û perwerdeyiyê bidin leşkerên Hikûmeta Wîfaq a Lîbyayê.
Welatên Yekîtiya Ewrûpa, herweha Amerika û gelek welatên Erebî li dij şandina serbazên tirkiye bo Libya derketin e û vê pêngavê wekî aloztirkirina rewşê dinirxînin. Ji aliyê xwe ve, Tirkiye piştgiriya Hikûmeta Wîfaq a Lîbyayê, wekî pêwistiyek berjewendiya xwe ya neteweyî pênase dike
C.B