Endamekî DAIŞê yê hatiye berdan bo K24: Min kesek nekuştiye

Li bajarê Hesekê HSDê hejmarek ji endamên DAIŞê serbest berda û endamekî DAIŞê dibêje: “Ez endamê DAIŞê bûm, lê min şer nekir”.
kurdistan24.net

K24 – Heseke

Li bajarê Hesekê, Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) hejmarek ji endamên DAIŞê serbest berda û endamekî DAIŞê dibêje: “Ez endamê DAIŞê bûm, lê min şer nekiriye”.

Bi gerentiya rûsipiyên êlên deverê, HSDê 9 endamên DAIŞê ku bi piraniya xwe ji parêzgeha Dêrazorê ne serbest berdan. Endamekî DAIŞê ku nexwest navê xwe bibêje, nêzîkî salekê di nav DAIŞê de kar kiriye, li gor ku ew dibêje jî, wî kuştin nekiriye û tevlî şer jî nebûye.

Endamekî DAIŞê yê serbest hatiye berdan û nexwastiye navê xwe aşkere bike ji K24ê re got: “Ez endamekî DAIŞê bûm, nêzîkî du salan di zîndanê de mam. Ez ne çekdar bûm, lê min di çakirina otombîlan de kar dikir”.

Nêzî 834 endamên DAIŞê yên Sûrî û 4 endamên Iraqî bi gerentiya rûsipiyên êlên deverê ta nuha ji aliyê HSDêve hatine berdan. Rûsipiyên êlên Kurd û Ereb didin zanîn ku ev gaveke baş e ji aliyê HSDê ve, da ku nêzikatî di navbera pêkhateyan de çêbibe û derfet e jî ji van xortan re ku jiyaneke nû destpê bikin.

Ji ber hejmara mezin ya endamên DAIŞê yên girtî di zindanên Rêveberiya Xweser de û piştî gelek hewildanan ji bo dîtina çareseriyekê ji vê mijarê re, Reveberiya Xweser di riya rûsipi û êlên deverê re dest bi berdana endamên xwedî nasnameyên Sûrî kir.

Di dema ku xelkên deverê metirsîdar in ji ve gavê, lê aliyên berpirs tekez dikin ku kesên têne berdan destê wan di kuştinê de tune ye, herwiha ev kes dê di bin çavderiya hêzên ewlehiyê de bin.