Çekdaran 14 kes ji 2 gundên Efrînê revandin

Grûpên çekdar ên Efrîn dagîr kirine, bi revandina welatiyên sivîl ên Efrînê berdewam in û du gundên Efrînê 14 kes revandin û li hember berdana wan daxwaza pereyan ji malbata wan dikin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Grûpên çekdar ên Efrîn dagîr kirine, bi revandina welatiyên sivîl ên Efrînê berdewam in û ji 2 gundên Efrînê 14 kes revandin û li hember berdana wan daxwaza pereyan ji malbata wan dikin.

Tora çalakvanên Efrînê belav kir, roja 8ê vê mehê grûpa çekdar a bi navê “Mihemed El Fatih” bi ser gundê Kurka yê ser bi navçeya Mabeta ve girt û jê 3 jin, 11 kes revandin û li hember berdana wan daxwaza pereyan kirine.

Navên 9 kesên hatine revandin, hatine zanîn ku wiha ne: Xedîce Mihemed, Xedîce Hesen, Emîne Namî kêlo, Ehmed Mustefa, Esed Mustefa, Behcet Hesen, Mustefa Hesen, Behcet Muxtar, Hesen Arif.

Ji aliyekî din ve, Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê belav kir, roja 7ê vê mehê grûpa “Polîsa Medenî” ligel îstixbarata Tirkiyê bi ser gundê Hesendêra de girt û 3 kes jê revandin, navên wan jî Mihemed Mihemed, Mehmûd Omer û Mihemed Mehmûd Reşo ne.

 

S. B