Erdogan: Li Lîbya 1 milyon Tirkên dema Osmaniyan hene

Recep Tayîp Erdogan gef li Hafter xwar û da zanîn: Li Libyayê yêk Milyon Tirkên Dema Osmaniyan (Tirkên Koroglu) hene...

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokomarê Tirkiyê Erdogan rexneyên tund li Fermandarê Artêşa Libya ya Niştimanî Xelîfe Hafter kir û got: Hafter xwe nezî rêkeftina agirbestê nekir û ji Moskow reviya.

Recep Tayîp Erdogan gef li Hafter xwar û da zanîn: Li Libyayê yêk Milyon Tirkên Dema Osmaniyan (Tirkên Koroglu) hene, ew çawa xwedî li Turkmenên Iraq û Suriyê derdikevin, li Libyayê jî, ew dê xwedî li Tirkên dema Osmaniyan derkevin.

Erdogan got: Hafter darbevan e û li hember Hafter, çi pêwist be, dê bikin.

Recep Tayip Erdogan - Serokomarê Tirkiyê got:

Li Libyayê Tirkiye di nav pirsgerekê de ye. Tirkiye hewl dide, ku rêkeftinek agirbestê di navbeyna aliyan de vajo bibe. Lê Hafter imza nekir û Moskow terk kir. Dixwaze tevkujiyên xwe li Libyayê berdewam bike.

Li Libya 1 Milyon Tirkên Osmani hene. Ew brayên me ne. Çawa em xwedî li Tirkmenên Iraq, Suriye û Kirgizistanê derdikevîn, dê xwedî li wan jî derkevîn. Ew erkê me ye, ku bapîrên me liser me ferz kirîye. Hafter ê derbevan, dîsa dixwaze li hemberî xelkê Libyayê tevkujiyan bike. Ji xwe tevkujiyên wî berdewam in. Eger vê helwesta xwe berdewam bike, dersa ku ew fêm dike, em dê bidîn wî. Bila baş bizan e, heta em li Libyayê aştî û aramiyê çênekin, em dest ji Libya bernadin”. 

 

 

 

C.B