Komela Tîrêj bi derfetên kêm alîkariya astengdarên Kobanê dike

Komela tîrêj a astengdaran li bajarê Kobanê di karê xwe de rastî gelek astengan tê.
kurdistan24.net

K24 – Navenda Nûçeyan

Komela tîrêj a astengdaran li bajarê Kobanê di karê xwe de rastî gelek astengan tê û gihîştiya astekê ku nema dikare ji bi çareseriyên fîzîkî, ti xizmetê pêşkêşî astengdarin deverê bike. Lê ew bi derfetên xwe yên hene, deriyê xwe li pêş nexweşan vekirî dihêle.

Cîhad Hîmo tevî ku ew kesekî xwedî pêdiviyên taybet e, li navenda Komela Tîrêj a Astengdaran xizmeta nexweş û kesên xwedî pêdiviyên taybet dike. Cîhad dide zanîn ku li gel hevkarên xwe, mehane xizmetên fîzîkî ji 80 rewşên cûrbiçûr re pêşkêş dikin. Her wihe di hayema sala 2019 an de bi derfet û alavên kêm û kevin 1500 nexweş derman kirine.

Rêxistina Tîrêj, ji 2013an ve hatiye damezrandin û bi 14 andamên xwebexiş xizmetên xwe pêşkêşî kesên xwedî pêdiviyên taybet dike. Rêveberiya wê diyar dike, tu rêxistin an jî sazî alîkariya wan nekin û di demên dawî de ew rastî gelek pirsgirêk û astengiyan tên, ku ew gihîştine astekê, êdî nema dikarin tu xizmetê ji bilî çareseriyên fîzîkî pêşkêş bikin. Di haman demê de jî ku pêwîstiya wan bi alavên pêwîst ji kesên astengdar re jî hene, çi ji bo navendê û çi jî ji bo kêmandaman.

Li gor amara rêxistina Tîrêj, hejmara kesên astengdar tenê li Kobanê, 2000 kes hene, ji bilî Girê Sipî û gundewarê wê, ku piraniya wan jî pêwistiya wan bi alavan heye, Nemaze koçberên Girê Sipî û Serê Kaniyên ên ku alavên xwe jî li dû xwe hiştine.