Ekrem Husên: Yekrêziya Kurdî pêkneyê, encamên xerab rû didin

Şirovekarê siyasî Ekrem Husên diyarkir, ku yekrêziya Kurdî mixabin pêknayê, ev yek jî bandorek xerab li çareseriya pirsa Kurd dike

 

K24 – Navenda Nûçeyan

Şirovekarê siyasî Ekrem Husên ji K24 re ragihand, ku hebûna Rûsya bi awayek bihêz li rojavayê Kurdistanê lipêş tevgera siyasî ya rojavayê Kurdistanê pêwistiya pêwendiyek zêdetir ligel Moskow tîne pêş, herweha danûstandinên Moskow ligel Şam û Enqere dikarin metirsiyê jî, dirust bikin.

Ekrem Husên got, ku pêwendiyên Kurd dive ligel hemû aliyan hebin, lê bi taybet Rûsya û Amerika re, heta bi Tirkiye û Îranê jî. Jiber ku aliyên bihêz di Krîza Sûriye de ev alî ne. Amerika û Rûsya Sûriye li hevûdu par kirin e. Berî niha Amerika liser erdê li herêmên Kurdî bihêztir bû, lê niha Rûsya bihêztir e. Ev jî egera pêwendiyek zêdetir bi xwe re tîn e.

Bandora Rûsya liser Enqere û Şamê jî heye. Rûsya bû, ku nehişt Tirkiye zêdetir destwerdanê li rojavayê Kurdistanê bike. Aliyên Kurd dixwazin Rûsya bibe garantorek di navbeyna Kurd û Şamê de, lê heta niha Moskow eşkere di vê babetê de nehatiye pêş. Di Pirsa Kurd de, bi awayek bibandor tevnagere. Liser erdê gavên ciddî navêje.

Ekrem Husên diyarkir, ku yekrêziya Kurdî mixabin pêknayê, ev yek jî bandorek xerab li çareseriya pirsa Kurd dike.