Rûsya 76 zarok ji Sûriye û Iraqê vegerandin Daxistanê
K24 – Navenda Nûçeyan
Rûsya 76 zarokê Daxistanî ji navçeyên şer ên Iraq û Sûriyê vegerandin welatên wan.
Cîgirê Rêveberiyê Ajansa Ewlehiya Federalî ya Rûsî û Rêveberiyê Nivîsgeha Niştimanî ya rûbirûbûna Terorê Îgor Sîrotkîn ragihand, desthilatên Rûsyayê kar ji bo vegerandina zarokên di bin destê rêxistinên teroristî li Iraq û Sûriyê de dikin.
Sîrotkîn diyar kir jî, wan 76 zarokên Daxistanî ji Iraq û Sûriyê vegerandin welatê wan û dê mafên wan parastina xwendin, tenduristî û civakî bê gerentîkirin.
Pêştir Wezîrê Derve yê Rûsî Sergey Lavrov di konferanseke rojnamevanî de diyar kiribû, dîplomasiya Rûsî ligel welatên Yekîtiya Sovyêt ya berê kar dike, ji bo jin û zarokên di bin fermana teroristan de li Iraq û Sûriyê bûn, vegerînin welatê wan.
S. B