Fransa liser aloziya Lîbya, rexneyan li Tirkiye digre

Serokê Fransayê di Konferansa Navdewletî ya derbarê Lîbyayê de daxwaz ji Tirkiyê kir, şandina çekdarên Sûrî ji bo Lîbyayê rawestîn e.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokê Fransayê di Konferansa Navdewletî ya derbarê Lîbyayê de li Berlîn a paytexta Almanyayê, daxwaz ji Tirkiyê kir, şandina çekdarên Sûrî ji bo Lîbyayê rawestîn e.

Got, destwerdana Tirkiyê ya Lîbyayê, rewşa wî welatî aloztir dike. Li aliyek din, Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovî  belavkiriye, ku Tirkiye di tomarkirina navê çekdarên dijbereya Sûriyê de berdewam e. Herweha hin çekdarên Sûrî, ji bo gihiştin bo welatê Îtalyayê, beravên Lîbyayê bikar tîn in.

Ji alî xwe ve, Serokomarê Tirkiye Recep Tayyip Erdogan rexneyan li Civata Navdewletî digre, ku di babeta Lîbyayê de bêxem in û ev yek bandore li aştiya wî welatî dike.

Liser rêkirina serbazan bo Lîbyayê jî, Erdogan dibêje, wan heta niha tu serbaz rênekirine Lîbyayê, tenê çendîn şêwirmendên serbazî hinartin e.

 

 

 

C.B