ENKS: Rêkeftina bi Îtîlafê re bicih neyê, dê helwesta me hebe

ENKS û Îtîlafa opozisyona Sûriyê li ser rêkeftinekê derbarê binpêkirinên li Efrîn, Serê Kaniyê û Girê Sipî ji aliyê çekdaran ve têne kirin îmze kir.
kurdistan24.net

K24 – Qamişlo

Encûmena Niştimanî a Kurd li Sûriyê (ENKS) û Îtîlafa opozisyona Sûriyê de berî çend rojan hevdîtinek li Tirikyê encam dan û herdu aliyan li ser rêkeftinekê derbarê binpêkirinên li Efrîn, Serê Kaniyê û Girê Sipî ji aliyê çekdaran ve têne kirin îmze kir. Serkirdeyên ENKSê dibêjin, ev rêkeftin dê xelkên deverê ji bipêkirinên çekdarên oposizyona Sûriyê biparêze.

Di gel berdewamiya bipêkirinan ji aliyê grûpên çekdar ên ser bi artêşa Tirkiyê ve li bajarên Rojavayê Kurdistanê yên hatine dagerkirin de, ENKSê hevdîtinek bi Itîlafa opozisyona Sûriyê kir û rêkeftinek îmze kirin. Li gorî rêkeftinê, divê bipêkirin li bajarê Efrîn, Serê Kaniyê û Girê Sipî werin rawestandin, herwiha kesên ku koçber bûne jî bikarin vegerin bajar û malên xwe.

Di derbarê vê rêkeftina nû de, endamê Serokatiya ENKSê Silêman Oso ji K24ê re got: “Bêgûman dema em lîsteyan pêşkêş bikin û kesên koçber bûne vegerînin, ne ji bo ku em wan bi girtin bidin, divê ev kes vegerin ser mal û milkên xwe û jiyana xwe ya asayî bikin. Me li ser kaxezê tiştine gelekî baş pêk anîne, dema binpêkirin çê bibin û Îtîlat û grûpên çekdar xwe nedan ber wê rêkeftinê, wê demê dê helwesta me hebe.”

Tevî îmzekirina herdu aliyan li ser rêkeftinê, lê ta niha ti encam j; derneketiye, ku ji Yekşema bûrî ve 150 malbat ji parêzgeha Idlibê li bajarê Serê Kaniyê hatine bicihkirin. Hin şirovekarên siyasî li Rojavayê Kurdistanê dibêjin, ti biryara ENKSê û Itîlafa Opozisyona Sûriyê li ser çekdaran tune ye, loma ev rêkeftin ti guhertinê bi xwe re nayîne.

Şîrovekarê siyasî Ferîd Sedûn dibêje: “Heta ku ev rêkeftin di navbera ENKS û Îtîlafê de çê bibe, ew herdu alî ne xwedî biryar in ku bikarin ku bandora wan li ser çekdarên li Serê Kaniyê, Girê Sipî û Efrînê hebin. Ji aliyekî din ve, biryar di destê Amerîka, Rûsya û Tirkiyê de ye û ev çekdarên li van navçeyan hene, ser bi Tirkiyê ve ne, ne ser bi opozîsyonê ve ne.”

Tevî ku ENKSê dide zanîn ku ev rêkeftin di demên pêş de dê encam bide, lê hin welatî metirsiyên xwe eşkere dikin û dibêjin ku baweriya wan bi grûpên çekdar nayê û ta ku ew ji bajarên wan dernekevin, ew venagerin malên xwe , nemaze ku beriya niha kesên vegeriyan, rastî girtin û eşkenceyê dihatin .