Hêzeke Amerîkî rê neda hêzeke Rûsî derbasî Dêrikê bibe

Hêzeke Amerîkî rê li ber karwana Polîsa Serbazî ya Rûsî girt û rê neda wê derbasî bajarê Dêrika Rojavayê Kurdistanê bibe.
kurdistan24.net

K24 – Navenda Nûçeyan

Hêzeke Amerîkî rê li ber karwana Polîsa Serbazî ya Rûsî girt û rê neda wê derbasî bajarê Dêrika Rojavayê Kurdistanê bibe.

Peyamnêrê K24ê li Qamişlo da zanîn, îro hêzeke Amerîkî li ser riya di navbera bajarokê Girgê Legê û Dêrikê de li pêşiya Polîsên Serbazî yên Rûsî girt û rê neda wê nêzîkî Dêrikê bibe, hêza Rûsî jî neçar bû careke din vegere Qamişlo.

Berî du rojan jî, hêzeke Amerîkî rê li pêşiya hêzeke Rûsî li rêbendeke nêzîkî gundê Xanesorê yê Dêrikê girt û alozî di navbera wan de derketibû.