Bilindbûna nirxê Dolar barê xelkê Qamişlo giran kiriye

Tevger li bazaran kêm bûye û gelek welatî jî destvala vedigerin malên xwe.
kurdistan24.net

K24 – Qamişlo

Bi buhabûna nirxê hemû keresteyan û zehmetiya rewşa abûrî li Rojavayê Kurdistanê re, welatiyên bajarê Qamişlo gazinan dikin û dibêjin ku bi zehmetî pêdiviyên xwe yên rojana bidest dixin. Rêveberiya Xweser ji aliyê xwe ve hin biryar derxistin, wek gavekê da ku nirxê keresteyan zêdetir nebe.

Kêmbûna nirxê Lêreya Sûrî bûye mejara sereke û çîroka rojane ya welatiyên Rojavayê Kurdistanê, ji ber ku bandora wê ya mezin li ser hemû aliyên jiyanê heye. Tevger li bazaran kêm bûye û gelek welatî jî destvala vedigerin malên xwe ji ber ku her tişt buha bûye.Xelkê bajarê Qamişlo dibêjin, pêwîst e aliyên berpirs sînorekê ji vê buhbûnê re deynin û hin biryarên cidî bidin.

Jiber rewşa abûrî ya aloz ku Rojava tê re derbas dibe, Rêveberiya Xweser kongirek çapemeniyê li bajarê Amûdê lidar xist û tê de ragihand, ewê piştgiriya keresteyên sereke bikin, da ku nirxê wan zêdetir nebin. Herwiha ewê çavdêriyê li bazaran zêde bikin û komîteyekê ji bo şopandina rewşa abûrî ava bike.

Di sala bûrî de nirxê Dolarê Amêrîkî beramberî Lîreya Sûrî bilindtirîn ast tomar kiribû, lê bi tenê di 15 rojên pêşî yên sala 2020an de ,200 Lîre hat ser wê û herwiha 20% ji nirxê keresteyan zêde bû.

Piraniya keresteyan ji derve bi Dolar têne veguhestin bo Rojavayê Kurdistanê, li hemberî wê jî xelk mûçeyên xwe bi Lîreya Sûrî werdigirin ku di navbera herdu nirxan de jî cudahiyeke mezin heye.