Ekrem Husên: Hebûna hêzên zêde li rojavayê Kurdistanê aloziyan durist dike

Şirovekarê siyasî Ekrem Husên ji K24 re ragihand, ku gelek dewlet destwerdanê dinav krîza Sûriye de dikin

 

K24 – Navenda Nûçeyan

Hebûna hêzên zêde (Amerika, Rûsya, Tirkiye, Îran, Rejîm, Milişyatên cuda…) liser erdê li rojavayê Kurdistanê, ligel welatiyan dilgiraniyê peyda dike. Bêbawerî bi pêşerojê û rewşa aloz û tevlîhev bandorek neyênî dike.

Şirovekarê siyasî Ekrem Husên ji K24 re ragihand, ku “Rast e gelek dewlet destwerdanê dinav krîza Sûriye de dikin. Her alî jî, xwedî berjewendî û stratejiya cuda ye. Bandora vê yekê dibe, ku alozî û krîz rû bide. Ev rewş metirsî ligel welatiyan peyda dike”.

Ligor Ekrem Husên, hevrêziyek di navbeyna Rûsya û Amerika de heye, hin girjiyên rû didin jî, nabin kêşeyek mezin.

Ekrem Husên destnîşankir, ku li Idlibê di navbeyna Rûsya û Tirkiye de dikare hin nakokî rû bidin, lê bawer nake Tirkiye bikaribe li hemberî berjewendî û stratejiya Rûsya raweste.

Liser hevkarî û sekna Serok Barzanî, Hukimeta herêma Kurdistanê û Serokatiya herêma Kurdistanê girêdayî rojavayê Kurdistabê, cihê spasî û pêzanînê pênase kir.