Zerîf: Kesê ku firokeya Ukraynî xist, niha li girtîgehê ye

Wezîrê derve yê Komara Islamî ya Îranê Mhemed Cewad Zerîf ragihand, ku “Kesê ku firokeya Ukraynî xist, niha li girtîgehê ye”

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezîrê derve yê Komara Islamî ya Îranê Mhemed Cewad Zerîf ragihand, ku “Kesê ku firokeya Ukraynî xist, niha li girtîgehê ye”.

Zerîf di hevpeyvînek ligel kovara Der Spiegel a Almanî diyarkir, ku: “Bêguman, herçend General Qasim Sileymanî bi encama êrîşek terorî hat kuştin jî, beramberî rakirina dorpêçên ser Îranê, diyalog bi Amerika re dikare pêk were”.

Zerîf herweha anî ziman, ku: “Di êrîşa xwe beramberî binkeyên Amerika de, armanca Îranê ne ew bû ye, ku serbazên Amerîkî bikuje. Jiber, ku bersîva Amerika dê ji alî gelên deverê ve bê dan”.

Zerîf got, ku: “Kesê firokeya Ukraynî xist, niha di girtîgehê de ye”.

 

 

 

C.B