NY hevxemiya xwe bo erdheja Xarpêtê nîşan da

Netewên Yekgirtî ji bo erdheja bajarê Xarpêtê hevxemiya xwe anî ziman û peyama hevkarî û piştevaniyê da.

K24 – Navenda Nûçeyan

Netewên Yekgirtî ji bo erdheja bajarê Xarpêtê hevxemiya xwe anî ziman û peyama hevkarî û piştevaniyê da.

Sekreterê Giştî ye NYê Antonio Guterres derbar; erdheja Xarpetê de peyamek belav kir û got, ew bi Tirkiyê re di nav hevahengiyê de ne û pêşniyazê alîkariyê kirine.

Guterres got, ew ji ber ziyanên can û mal gelek xemgîn e û amade ne alîkariyê bikin.

Şeva 24/1/2020, li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê erd hejiya, navenda erdhejê li bajarê Xarpêtê bû. 640 caran erd hejiya, erdheja yekem bi tundiya 6.8 pile li pîvera Rîchterê bû û erdheja deyem jî bi tundiya 5.4 pile bû. Herwiha li gelek bajarên Bakurê Kurdistanê jî hest pê hate kirin.

Li gor amaran, heta niha li bajarên Xarpêt û Meletiyê 31 kesan canê xwe jidest dane û bi sedan jî kes birîndar bûne. Herwiha hejmarek ji xanî û avahiyan jî herifîne.

 

S. B