Li erdhêj a bakurê Kurdistanê 39 kesan cane xwe jidest dan e

Wezîrê Navxweyî yê Tirkiyê da xuyakirin, xebatên rizgarkirinê bo du welatiyan li avahiyeke ruxandi de berdewam dikin û hejmara kesên canê xwe ji dest dan e 39 kes in...

K24: Navenda Nûçeyan

Wezîrê Navxweyî yê Tirkiyê da xuyakirin, xebatên rizgarkirinê bo du welatiyan li avahiyeke ruxandi de berdewam dikin û hejmara kesên canê xwe ji dest dan e 39 kes in.

Soylu got, nêzîkî hezar rêxistinên sivîl li deverê kar dikin û got, bo kesên xaniyên û kelûpelên wan ziyan dîtin e, dê alîkariya madî were kirin. Wezîrên Navxweyî, Jîngeh û Tendirustî yên Tirkiye bi civîneke hevbeş ya rojnamevaniyê lidar xistin.

Silêman Soylu - Wezîrê navxweyî yê Tirkiyê, got:

“… Bi xebatên piştî erdhejê, ji bin avahiyên ruxandî 45 welatî bi saxlemî hatine derxistin. 39 welatiyan canê xwe ji dest dane. Ji wan du kesan bi krîza dil in . Li navçe û navenda Xarpêtê 35 welatiyan, li Meletî jî 4 welatiyan canê xwe ji dest dane. Heta niha 948 erdhejin dimdar rûdane ku ji wan 21 jor pileya 4 bûn. Piştî erhejê bo berdewamiya jiyana rojane ya xelkê hemû karên pêwîst hatin kirin. Nexweşxaneyên Meletî û Xarpêtê bêkêmahî karên xwe kirin. Nêzîkî hezar saziyên sivîl jî bo alîkariyê li vê derê ne û bo hemûyan spas dikim”.

 

 

 

C.B