Çavuşoglu: Destên bigihin Al a me, em dê bişkîn in!

Wezîrê derve yê Tirkiye Mewlud Çavuşoglu di account a xwe ya twitterê de, bersivek gelek giran û tund da Parlementerê Yunanistanê İoannis Lagos ku Al a Tirkiye qetandî

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezîrê derve yê Tirkiye Mewlud Çavuşoglu di account a xwe ya twitterê de, bersivek gelek giran û tund da Parlementerê Yunanistanê İoannis Lagos ku Al a Tirkiye qetandî.

İoannis Lagos, di Civîna Giştî ya Parlementoya Ewrûpa liser “Li giravên Yunanistanê rewşa mirovî”de, rexne li siyaseta Tirkiye girtibû û Al a Tirkiye qetandibû.

Wezîrê derve yê Tirkiye jî, di twittera xwe de nivîsand: “Ev nîkadperest herî baş dizanin, me çawa destên ku digihn Al a me şikand. Herî baş ew dizanin, me çawa ev avêtin deryayê. Zarokên qûre û nîjadperest ên Ewrûpa bila hedê xwe bizanin. Ewrûpa divê ji dijberiya Islamê û nîjadperestiya re, bêje – Na! Al a me dê her pêl bide. Ewrûpa divê sizayê bide vî qeşmerî!”.

 

 

 

C.B