Neteweyên Yekgirtî daxwaza çareseriyek siyasî li Iraqê dike
K24 – Navenda Nûçeyan
Neteweyên Yekgirtî daxuyaniyek derbarê xwepêşandanên Iraqê belav dike û daxwaza çareseriyek siyasî ya bilez dike.
Nûnera Sekretêrê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî li Iraqê Jeanine Plasschaert, daxuyaniyek derbarê rewşa niha ya Iraqê û xwepêşandanan belav kir û tê de daxwaz ji aliyên siyasî dike, ku hewlên xwe zêde bikin, ji bo gihiştin bi çareseriyek siyasî.
Herweha Plasschaert dibêje, bikaranîn a tûndûtûjiyê beramber xwepêşanderan krîzan çareser nake û amaje bi wê yekê dike, ku kuştina xwepêşanderan ji aliyê kesên nenas ve, tiştek metrisîdar e. Daxwaz dike, hikûmeta Iraqê xwepêşanderan biparêze, ji ber ku Iraq nema dikare, rûbirûbûn a alozî û tûndûtûjiyê bike.
Derbarê amareyên qurbaniyan, Nûnera Neteweyên Yekgirtî eşkere kir, ku ji destpêka meha Cotmehê ya derbasbûyî heta niha 467 xwepêşander hatine kuştin û zêdetirî 9 hezar xwepêşander brîndar bûn e.
C.B