Kamiran Haco: Bo yekrêziyê, nêzîk gavên ciddî û berpirsiyarane tên avêtin

Berpirsê Pêwendiyên Derve yê Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriye (ENKS) Kamîran Haco ji K24 re anî ziman, ku hevdîtina wan ligel Cîgirê Wezîrê Derve û Nûnerê Serokê Rûsyayê bo Karûbarên Rojhilata Navîn û Bakurê Efrîqya Mîkhaîl Bogdanov li Hewlêrê...

K24 – Navenda Nûçeyan

Berpirsê Pêwendiyên Derve yê Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriye (ENKS) Kamîran Haco ji K24 re anî ziman, ku hevdîtina wan ligel Cîgirê Wezîrê Derve û Nûnerê Serokê Rûsyayê bo Karûbarên Rojhilata Navîn û Bakurê Efrîqya Mîkhaîl Bogdanov li Hewlêrê xwedî giringiyek taybet bû. Bi – Bixêrhatina wî ya Kurdistanê re dest bi civîna xwe kirin e.

Haco destnîşankir, ku hevdîtina Bogdanov ligel serkirdayetiya Kurdî, bi taybet ligel Serok Barzanî û piştî wê hevdîtina ligel ENKS cihê taybetmendiyê bû. Bogdanov nameya piştevaniya mafên Kurd di pêşeroja Sûriye de jî da.

Çalakiyên diplomasî-siyasî yên ENKS niha di qada neteweyî û navneteweyî de jî, berhemên xwe yên erênî didin.

Kamîran Haco got, ku Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê ji wan re anî ziman, ku “Kurd çend yekrêz bin dê bandora wan û cihê wan jî si çareseriya siyasî de dê xurttir be.Bêguman Rûsya tine ziman, ku rejîma Şamê desthilata rewa ya Sûriye ye û dixwaze kontrola wê liser tevayiya xaka Sûriye hebe”.

Ji aliyê xwe ve ENKS diyar kir: “Danûstandinan bi her aliyekî re dikin, di çarçoveya biryarên navneteweyî de.Biryara Neteweyên Yekgirtî ya 2254, çêkirina Lijneya Destûrî, desthilata veguhêz û h w d… Ji xwe li Cenevê, ev danûstandin di çarçoveya Lijneya Destûrî de destpê kirin e”.

Berpirsê Pêwendiyên Derve yê Encûmena Niştimanî ya Kurdî li diyarkir, “Rewşa gelê me li Efrînê, Serêkaniyê, Girêspî û her deverên din, aloziyên ku bi wan re berbiçav tê, tewerên girîng ên hevdîtina me bûn”.

Haco got, ku: “Cihê yekrêziyê di ajendaya ENKS de rêza yekem e. Pêngavên ku ji aliyê din ve (mebest HSD c.b) tên avêtin jî, em erênî dibîn in. Insiyatîfa Mezlûm Ebdî jî, di xetek rast de diçe pêş. Bêguman tiştên bê kêmanî nîn in, lê pêwîst e gavên piştî oinsiyatifê bên avêtin.  Pirs û pirsgirêk hene, lê dive em Kurd bi hevûdu re biaxifin, jib o ku bizanibin bi hevûdu re berê xwe bidin kû? Dem jî zêde nîn e. Ez bawer im di demek nêzîk de, gavên ciddî dê werin avêtin”…