Dêrsim: Rêyên 200 gund û navçeyan jiber berfê hatin girtin
K24 – Navenda Nûçeyan
Li bajarê Dersimê yê bakurê Kurdistanê jiber barîna berfê rêyên 200 gund û navçeyan, hatin girtin.
Li herêma Dersimê, ku yêk ji deverên herî çîyayî û asê ye, ji metreyekê zêdetir berf barî ye.
Di encama barîna berf a demdirêj de, rêyên hatînûçûna 200 gund û navçeyan hatine girtin.
Rêveberiya Keşûhewayê da zanîn: Ji bîlî devera Dersimê, rêyên di navbeyna Xarpêt, Erzincan û bajarên din de jî, bi navber tên girtin.
Herwiha bang li welatiyan kirin, eger neçar nebin dernekevin rêyan, ku berdewam aşut têne xwarê.
Ji bilî girtina 200 gund û navçeyan, elektrika deverê jî, hatîye birîn û sistem têkçûye.
C.B