Tirkiye: Me agahdarî da ye û didin Rûsyayê

Omer Çelik: “Ragihandina Rûsya, ku agahdarî ji alî Tirkiye ve nehatiye dan ne rast e. Tirkiye bi awayek zelal û vekirî û her demi agahdariyan dide Rûsya

K24 – Navenda Nûçeyan

Liser êrîşa artêşa Sûriye hemberî serbazên Tirkiye û kuştina 6 serbazan û brîndar kirina 9 serbazan, Rûsya ragihandibû, ku Tirkiye liser liv û tevgera serbazên xwe agahdarî nedabû me, Peyvdarê Partiya Maf û Geşepêdanê (AK Parti) Omer Çelik daxûyaniyek da û diyarkir: “Ragihandina Rûsya, ku agahdarî ji alî Tirkiye ve nehatiye dan ne rast e. Tirkiye bi awayek zelal û vekirî û her demi agahdariyan dide Rûsya”.

Çelik liser account a xwe twitterê nivîsî: “Daxûyaniya Rûsya, ku Tirkiye agahdarî liser liv û tevgera serbazên xwe nade ye, ne rast e! Tirkiye bi awayek zelal, vekirî û her demi agahdariyê dide Rûsya. Liser bûyera dawî jî, agahdarî da bû Rûsya. Daxûyaniya ku agahdarî nehatiye dan, ne rast e!”

Rewşa liser erdê di navbeyna Tirkiye, Rûsya-Sûriye de li devera Idlibê aloz e.

 

 

 

C.B