Medya fermî ya Rûsya: Tirkiye piştgirê El-Nusra ye!

Her du Ajansen fermî yên Rûsyayê RIA Novosti û TASS, herweha malpera fermî ya Wezareta Bergirî ya Rûsyayê jî di nûçe û nivîsên xwe de diyar dikin, ku: “Dîl ên ji El Nusra tînin ziman, ku hevkariya Tirkiye ligel rêxistinê heye”

K24 – Navenda Nûçeyan

Medya Rûsyayê, piştî krîza Idlibê, ku 8 serbaz û sivîlên Tirk hatin kuştin û ligor berpirsên Tirkiye 76 serbazên rejîma Sûriye hatî kuştin, bi awayek berfereh liser rewşa Idlibê radiweste. Medya Rûsya di nûçeyên xwe de zêdetir mijara piştgiriya Tirkiye bo El-Nusra û nêzîkahiya wan tine rojeva xwe.

Her du Ajansen fermî yên Rûsyayê RIA Novosti û TASS, herweha malpera fermî ya Wezareta Bergirî ya Rûsyayê  jî di nûçe û nivîsên xwe de diyar dikin, ku: “Dîl ên ji El Nusra tînin ziman, ku hevkariya Tirkiye ligel rêxistinê heye”.

Heman demê Ajansa Federal a Nûçeyî, ku nêzîkî Kremilê ye, jî nûçeyek balkêş weşand:

Sernivîsa nûçeyê weha ye: “Em rêya terorê ji Tirkiye heta Libyayê eşkere dikin”.

Di nûçeyê de tê nivîsandin, ku: “Çekdarên El-Nusra yên dîl eşkere dikin, ku di avakirina El-Nusra de rol a sereke ya Tirkiye heye. Kesek bi navê Mehmûd El Necîm dibêje, ku reviya ye Tirkiye, lê li Tirkiye bi zorê berê wî da ye El-Nusra, malbata wî jî wekî dîl di destê wan de bûye”.

Dîl ek din bi navê Ebdulezîz got: Min di grûpên cuda de şer kir. Ehrer El Şam, Artêşa Azad a Sûriye, Grûpa Zengî… Lê, piştî wê ez bûm El-Nûsra.

Ligor medya Rûsya, herweha Rêxistina SADAT a ku wekî çekdarên bi-pere yên Enqere tên nasîn, hemberî artêşa Sûriye şer dike û dinav de çekdarên ji Qefqas a Başûr jî hene.

 

 

 

C.B