Îlham Ehmed jî, pêngava ENKS pîroz dike

Seroka Desteya Cîbicîkar ya Encûmena Sûriya Demokrat ragihand, vekirina ofîsên partiyên ENKS li rojavayê Kurdistanê gavek erênî ye

K24 – Navenda Nûçeyan

Seroka Desteya Cîbicîkar ya Encûmena Sûriya Demokrat ragihand, vekirina ofîsên partiyên ENKS li rojavayê Kurdistanê gavek erênî ye.

Seroka Desteya Cîbicîkar ya Encûmena Sûriya Demokrat Îlham Ehmed ragihand, ku gava Encumena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê derbarê vekirina ofîsên û baregehên xwe li rojavayê Kurdistanê gavek erênî û pêşketiye û di berjewendiya dubare rêxistina navmala Kurdî ye.

Di 2ê vê mehê de, Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê ENKS di daxuyaniyekê de biryar da, ku ofîsên xwe li rojavayê Kurdistanê veke.

 

 

 

C.B