Erdogan: Amerika û Rûsya sozên xwe bicîh neanîn

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdogan diyarkir, ku tu rêkeftin û peyman, li Surîyê birêve naçe

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdogan diyarkir, ku tu rêkeftin û peyman, li Surîyê birêve naçe.

Erişa liser leşkerên wan jî, bi zanabûn hatiye encam dan û ev yêk ji bo wan destpêkek nû ye.

Erdogan Amerika û Rusya rexne kir û got, çi Amerika be, çi jî Rusya be, li Rojhilatê Firatê,  ligor rêkeftinan tevnagerin.

Recep Tayip Erdogan - Serokomarê Tirkiyê anî ziman: “Em temaşe dikin, tu rêkeftinek li Suriyê birêve naçe. Ne rêkeftina Rojhilatê Firatê, çi ligel Rusya be, çi jî li gel Amerika be, birêve naçe. Me di her platformekê de, di ast a herî bilind de, gumanên xwe ji Rusya re jî gotin û ji Amerika re jî gotin. Gûh nedan. Sozên didin me bi cîh nayînin. Ew êrişa liser leşkerên me, bi qestî hatiye kirin. Bila bizan in, li cihekî, ku leşkerên Tirk canê xwe ji dest bidin, li wê deverê çi tişt wek berê birêve naçe. Em dizanin, ev rejim, ji partiyek biçûk û kuklayakê wê vem tu tiştek nemaye. Bi serûman Îran û Rusya  nefesê didin. Ji bo Tirkiyê - ev êriş destpêkek nû ye.

 

 

 

C.B