Putin: Ewleyî û aştiya cîhanê girêdayî pêwendiyên Rûsya û Amerika ye

Serokê Rûsyayê Vladimir Putin diyarkir, ku ewleyî û aştiya cîhanê girêdayî pêwendiyên Rûsya û Amerika ye

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokê Rûsyayê Vladimir Putin diyarkir, ku ewleyî û aştiya cîhanê girêdayî pêwendiyên Rûsya û Amerika ye.

Putin li Koşka Kremil pêşwaziya 23 balyozên, nû li Rûsya dest bi kar kirî kir.

Balyozan nameyên xwe destnîşankirinê pêşkeşî Serokê Rûsyayê kirin.

Putin di şahiya pêşwaziyê de axaftinek pêşkeş kir: “Li cîhanê alozî hene. Bi taybetî aloziyên herêmî zêde dibin. Metirsiyên teror û aloziyan jî zêde bûn e. Ewleyiya cîhanê jî, dikeve metirsiyê de”.

Liser pêwendiyên Rûsya-Amerika destnîşan kir: “Aştî û ewleyiya cîhanê heta astek herî bilind girêdayî pêwendiyên Amerika û Rûsya ne. Rûsya di hemû mijaran de amade ye ligel Amerika dinav diyalogek berfereh de be”.

 

 

 

C.B