Serok Barzanî ligel balyozê Amerîka li Iraqê civiya

Li Selahedîn, Serok Mesûd Barzanî ligel Matthew Tueller balyozê Amerîka li Iraqê û şanda pê re civiya

K24 – Navenda Nûçeyan

Serok Barzanî ligel balyozê Amerîka li Iraqê civiya

Li Selahedîn , Serok Mesûd Barzanî ligel Matthew Tueller balyozê Amerîka li Iraqê û şanda pê re civiya.

Di civînê de, rewşa siyasî û dawî pêşhateyên navçeyê hatin gotûbêj kirin. Herweha ronahî xistin ser proseya siyasî ya Iraqê û raspartina Serokwezîrê nû yê Iraqê, tekezî liser çareserkirina pirsgirêkan û bi deng hatin a daxwazên xwepêşanderan û aramiya Iraqê hat kirin.

Di beşek din a civînê de, liser paşeroja gelê Kurd li Suriyê, dîtin û nerînên xwe gotin. Balyozê Amerîka li Iraqê rola Serok Barzanî di nêzîkirina aliyên Kurdî li Sûriyê de, bilind nirxand.

Her di wê rûniştinê de, tekezî li pêşxistina pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Amerîka û hemahengiya berdewam, a di navbera wan de hat kirin.

 

 

 

C.B