Serok Barzanî liser rûdanên Iraqê: Bi eqil û mentiq serederiyê ligel krîzê bikin

Serok Barzanî peyamek derbarê rewşa Iraqê belav kir û ragihand, pêwîst e aliyên siyasî bi zimanê aqil û mentiqê serederiyê ligel krîzê bikin

K24 – Navenda Nûçeyan

Serok Barzanî peyamek derbarê rewşa Iraqê belav kir û ragihand, pêwîst e aliyên siyasî bi zimanê aqil û mentiqê serederiyê ligel krîzê bikin.

Serok Barzanî di peyama xwe de wiha dibêje " Gelek dilgiran in li pêşketinên tundî û rûdanên xwînî yên çend rojên derbasbûyî li Bexda û Necefê û gelek bi tundî şermezariya xwînrêjtin, kuştin û bikaranîna tundutîjiya dijî xwepêşanderan dikîn".

Daxwaz dikîn, Hikûmeta Iraqî û dam û dezgehên fermî û pêwendîdar erkên xwe yên li rêgirtina xwînrêjtin û parastina canê hemwelatiyan û xwepêşanderan bicîh bikin. Pêwîst e aliyên siyasî jî, ji bo gihîştina çareseriyê, bi zimanê eqil û mentîq - danûstandinê li gel vê qeyrana kûr de bikin, ku rû li Iraqê girtiye.

Her ji vir ve, piştevaniya xwe ji bo daxwazên rewa yên xwepêşanderan û hemwelatiyan dûpat dikîn û serxweşiyê, li kesukarên qurbaniyan û şehîdên rûdanan dikin.

 

 

 

C.B