Rewşenbîrên Kobanê yekrêziya Kurdî bi PDK-Sê re guftûgo dike

Şandek ji rewşenbîrên Kobanê serdana bajarê Qamişlo kirin û bi Partiya Demokrat a Kurdistanê - Sûriyê (PDK-S) civiya.
kurdistan24.net

K24 – Qamişlo

Şandek ji rewşenbîrên Kobanê serdana bajarê Qamişlo kirin û bi Partiya Demokrat a Kurdistanê - Sûriyê (PDK-S) civiya. Endamên sandê dibêjin, ew dixwazin nerînên partiyan nêzî hev bikin.

Ji bo avêtina gavên nû derbarê avakirina yekrêziya helwesta siyasî ya Kurdî, şandek ji Yekîtiya Rewşenbîrên Kobanê serdana bajarê Qamişlo dikin û hevdîtinekê bi PDK-Sê re kir. Endmên şandê dibêjin, armanca wan ji vê hevdîtinê ew e, nêzîkatiyek di nerînan de çêbibe û nexşerêyek siyasî were danîn.

Endamê şandê Mesûd Mihemed ji K24ê re got: “Em bi PSK-Sê re civiyan, helwesta wan baş bû. Emê bi partî û aliyên din re jî wek Hevbendî, Pêşverû û PYDê re bicivin, gelê me îro dixwaze yekbûnek di helwestan de çê bibe û herwiha em dixwazin partiyên me yên Kurdî hinekî tenazulatan ji hev re bikin û li defterên kevin venegerin û bi rihê biratiyê bi hev re kar bikin, ta nêzîkbûnek çê bibe. Em dizanin ku helwesta hemû pariyan baş bû.”  

Hevdîtina herdu aliyan li Qamişlo tê, piştî ku Yekîtiya Rewşenbîran hevdîtinên xwe li gel hem[ pariyên siyasî yên li Kobanê ne bi dawî kirin.

Ji aliyê xwe ve, Serkirdeyên PDK-Sê didin zanîn, ew bi erênî li hemû gav û hewildanên nêzîkatiyê dinerin. Herwiha tekeziyê li ser giringiya hebûna nerîneke siyasî ya hevbeş dikin.

Endamê Komîta Navendî ya PDK-Sê Nafê Ebdelah ji K24ê re got: “Divê em li ser nerîneke siyasî ya hevbeş derbarê daxwazên gelê me di pêşeroja Sûriyê de bigihin hev. Duyem, divê em li ser rêveberiyeke hevbeş jî bigihin hev, yan ev rêveberiya heye nûjen bikin, yan wê hilweşînin û yeke nû ava bi hemû pêkhateyên deverê pêk bînin. Sêyem jî, divê encûmeneke serbazî çê bibe û Pêşmergeyên Rojava jî tê de beşdar bibin û lêvegereke siyasî jê re hebe û biryarên xwe jê werbigirin.”

Hevdîtinên Yekîtiya Rewşenbîran li bajarê Qamişlo dê berdewam bin û pêşbîn e ku di rojên bê de li gel TEV-DEMê, partiya Pêşverû herwiha partiyên Hevbendiya Niştimanî ya Kurdî jî bicivin.

Piştî regihandina destpêşxeriya nêzîkatiyê ji aliyê Fermandarê Giştî yê HSDê ve, yekemîn dîdar ji aliyê Yekîtiya Rewşenbîran li bajarê Kobanê derbarê yekîtiya Kurdî û bi beşdariya hemû aliyên siyasî hatibû lidarxistin.